MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 52, gulan 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Brendan O'Leary: Qanûnek raguhastinê ya hêjayî têkoşînê bo
  • Seyidxan Kurij: Hevpeyivîn li gel Edîb Çelkî
  • Lokman Polat: Kurteçîrok û kurteroman
  • Fûad Sîpan: Sêylemeza Jêrîn û Marignane
  • Kakşar Oremar: Wesiyetnameya Qazî Mihemed
  • Bêwar Îbrahîm: Ji Meydana Çarçira ta volkana Qamişlo
  • Hasan Polat: Koça kurdên li welatên Ewropayê
  • Fûad Sîpan: Hikûmeta Elmanyayê dijî kurdan
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Lîstika golbolê
  • Konê Reş: Gora Mîr Bedirxanê Azîzî
  • H. Eyûbzade: Xorêkxistinî malî kurd le Kurdistanî Rojhelat
  • Lokman Polat: Hewesa min
  • Fûad Sîpan: Çima Dehap di hilbijartinan de bi ser neket?
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Hilbijartinên herêmî û pevçûnên gundiyan

  • KURTEÇÎROK Û KURTEROMAN
    Lokman Polat: [email protected]


    KURTEÇÎROK

    Ez wextakû piçûk bûm, bapîra min, ji min re gelek xebroşk -çîrçîrok, çîrvanok- digot e. Gelek ji wan çîrçîrokan di nav pirtûkên M. Emîn Bozarslan de hene. Xebroşk anku çîrçîrokên ku bapîra min ji min re digot hemû jî li ser heywanan bû. Wek mînak; Kêzxatûn, Gur û heft karik, Roviyê fêlbaz û yd. Di van xebroşkan de, heywanan -wek insanan- bi hevûdu re xeber didan. Dinyayek wan yên taybetî hebû. Bûyer di wê dinyaya wan de derbas dibû. Hinek xebroşk gelek balkêş bûn, mesela "Bivir û Dar" xebroşkek ku mirov dikare di jiyana civatan de wek nimûne bigire. Hinek xebroşkên mêrxasiyê hebûn, gelekên wan yên lehengiyê (qehremaniyê) bûn, ku mirov hemû bizanibe her yek bi serê xwe dibe novel, kurteroman, an jî romanek temam.

    Xebroşk û çîrokên ku bapîra min ji min re digot, yên gelêrî bûn, çîrokên klasîk bûn. Ew edebiyata kurdî ya devkî bû. Niha ez baş fêm dikim ku edebiyata kurdî ya devkî çiqas dewlemend e.

    Di Kurdistanê de tradisyona edebiyata kurdî ya gelêrî, bi devkî hêj jî dom dike. Lê, di bîst-sîh salên dawîn de gelek nivîskarên kurd bi nivîskî û bi kurdî xebroşk û çîrokên kurdî dinivîsînin. Ev gelek karekî hêja ye ku xebroşk û çîrokên gelêrî bête berhevkirin, bê nivîsîn û bê weşandinê.

    Di hêla berhevkirina xebroşk, çîrok û destanên gelêrî yên kurdî de birêz M. Emîn Bozarslan û Z. Abîdîn Zinar karê gelek hêja kirine û dikin. Ew xebroşk û çîrokên gelêrî berhevdikin, ji nûh ve dinivisînin, ruh û can, şekl û şemal didin xebroşk û çîrokê û wê ji nûh ve diwejînin, jîndar dikin.

    Min wek ku li jor jî gote, min di piçûkatiya xwe de gelek guhdariya xebroşk û çîrokên ku bapîra min ji min re gote, kiribû. Lê, min wexta ku dest bi nivisînê kir, min qet ew xerboşk û çîrokan nenivîsand, lewre M. Emîn Bozarslan ji xwe gelekên wan nivisîbû û weşandibû. Kurteçîrokên ku min nivîsiye, li ser heywanan nîn e. Hemû jî li ser însanan in û çîrokên civakî, netewayî ne. Hinek ji wan serpêhatî ne, gelekên wan ji ber bûyerên rasteqîn hatine honandin. Wek stîla edebî jî min her tim ekola rastiya civakî paraste.

    Di vê nivîsê de, ez bi kurtahî be jî dixwazim li ser teoriya kurteçîrokê (ew teoriya ku ez ji bo kurteçîrokê diparêzim.) hinek rawestim. Min nivîseke li ser kurteçîrokê di rojnameya "Ozgur Politika"yê de xwend, tu eleqeya wê nivîsê û kurteçîrokê bi hevûdu re tunebû. Loma jî min pêwîst dît ku di derbarê kurteçîrokê de ez dîtinên xwe binivîsînim û pêşkêşê xwendevanan bikim.

    Kurteçîrok şaxekî edebiyatê ye, şiweyekî edebî ye. Li ser hîmên jiyanê têt avakirin. Bingeha wê zanebûn e. Di kurteçîrokê de merheleya jiyanê û honandina bûyerê bi zanebûnî, bi kurtî, lê bi gotinên girîng ku cihê xwe digire ji alî nivîser ve têt qalkirin. Nivîserê kurteçîrokê bûyerek digre destê xwe û di çend rûpelan de - bêyî ku qet mane û naveroka bûyerê xirab nebe- dide qalkirin. Kurteçîrokek rastî bi xwe nebe jî, nirxandin û şîrovekirina wê rastiyê ye. Di kurteçîrokê de bingeha estetîkiyê -rindiyê, bedewiyê- rîtma gotinan e, hevokan e, peyvan e, kelîman e. Çîrok bi kelîme, gotin û hevokan ava dibe. Çîrok organîzmeke ku ji hevokan pêk tê. Ew bi hevokê dijî, bi hevokê mezin dibe û bi hevokê dimire. Deriyê cîhana çîrokê bi hevokê vedibe. Her hevok deriyek digire û deriyekî nûh vedike. Çîrok bi vê tewirî dest pê dike, berfireh dibe, dinyayek bi serê xwe ava dike, em di wê dinyayê de dijîn û di hevoka dawîn de jî em ji wê dinyayê -ji dinyaya çîrokê- vediqetîn. Çawan ku bi saya hevoka pêşîn em dikevin nava dinyaya çîrokê, bi saya hevoka dawîn jî em ji nav wê cîhanê-dinyayê- derdikevin.

    Hewisandin anku fêrbûna xwendina çîrokê bi pêwistiya fêrbûna hevokê ve girêdayiye. Di çîrokek baş de, tiştê baş û xweş bi tenê naveroka bûyerê nîn e. Detayekî basît, navek, sîfatek, an jî gotinek bi mirov xweşiyek e, bo mirov başiyek e.

    Ziman ji sîmgeyan, sembolan, nîşanan pêk tê. Bi saya sîmgeyan mirov dikare ziman ji bo navberiyê pêk bînê. Bi riya sîmgeyan ziman mane digire. Hebûna fonksiyona sîmgan di nav sîstemê de bi têkiliya hebûnan ve beylû dibe. Ji bo vê jî; berhemên edebî di nav xwe de organîkekê temam in. Taybetiya wê jî bi vê ve girêdayiye. Ahenga di nav berhemê de mukemeliya wê nîşan dide.

    Di kurteçîrokê de qarekter nav e, honandina bûyerê jî fîîl e. Mirov wexta ku vê baş bizanibe, hunera gotin û nivîsîna kurteçîrokê jî dizane. Çîrok pradîgma ye. Bi fikirandina mekanîk pirrtir bi hest û zanebûnê, bi taybetiya hevokan divê çîrok bê fêmkirin. Çîrok bi riya îdarekirina hevokan dikare mirov bibe nav merhaleyek jiyana rasteqînî jî û dikare bibe nav rewşekî qastî jî. Di çîrokê de her hevok maneya hevoka berê, ya çûyî temam dike û hevok bi heve girêdayîne. Li hevûdu girêdana çîrokê maneya çîrokê dihonîne. Mirov bi bêjeyê dikeve nav cîhana-dinya- çîrokê. Ev bêjeyên ewil ji bo cîhana çîrokê agahî dide.

    "Di pêşiya min de, bi ber aliyê jêr ve gelek kuçe-sûk- hene. Di rojekê ne germ de, di bin rojê de li dirêjahiya wan dinêrim."

    Di vê hevokê de yên ku qala-behsa- sûkê dike kî ye? Ji bo ku nivîskar îzîn-îcaze- nedaye, xwe eşkera nake. Ev mirov liko sekiniye û li sûkê mêze dike? Û gelek pirsên din. Li ser vê hevokê gelek pirs û şîrovekirin dikare bê kirin. Livir a muhîm destpêka pêvajoya mêzekirina-temaşekirina- li sûkê ye.

    Di kurteçîrokan de rêzdariya gotinan giran in û bi maneya xwe jî sift in. Nivîskar li gor qaîdeyê rêzimanî wan di çerçeweyek de rêz dike. Bi rêzdariyek weha di kurteçîrokê de rastî û mekanîkî bi hev ve tên girêdan. Di her çîrokî de ev herdu dîmen hene. Lê ji van herdu dîmenan yan ew, yan ew bi ser dikeve.

    Rîtma, ahenga kurteçîrokê bi giranî, siftî, rastî û bi mekan pêk tê. Van tiştana -yanî ev rîtm- tesîra xwe li ser xwendevanan jî dike.

    Çîrokek çawan dest pê dike û çawan diqede -dawî dibe-, bi pişkavtina hevokan tête zanînê. Bêje, kelîme, gotin, sîmgeya dîtinan in. Rêzdariya gotinan dîtina mirovan tîne zimên. Di kurteçîrokê de di demekî ku ji tûnebûnê çêbûye de, di mekanek ku bi hawayek edebî hatiye avakirin de, mirov ji dîmenek bi jiyana xwe ve di ber çavê mirov de derbas dibin û diçin.

    Di kurteçîrokê de bi hev ve girêdana îmgeyan - xeyalan- zor û zehmet e. Di kurteçîrokê de taswîr kirin tûne ye, avahîkirin heye. Di kurteçîrokê de hevok organîzma ye. Hevok wek organîzmayek bi rih û can tevdigere. Çîrokek radan nîşan dide, hareket dike. Lê ev aliyekî wê ye. Hinek çîrok li pey xwe ronahî dihêlin. Di hinek çîrokan de mekan beylû nîn e. Lê di hinekan de jî mekanên cografîk pêşberê xwendevanan têt kirin.

    Kurteçîrok, xwendevan ji dema ku ew tê de ye digre dibe dixe nav dema xwe, dixe nav dema ku di çîrokê de hatiye afirandinê. Di vê dema hatî afirandin de merhaleyek ji rastiya jiyanê pêk tê. Kurteçîrokek wek ku ji toxim gulek çê bibe û mezin bibe ye. Lewra wexta ku kurteçîrokek diqede, wek destpêkê nîn e. Wek hebûna însan e; çêdibe, mezin dibe, pêşve diçe, dikemile. Însan -mirov- hêza xwe ji xweyî kirinê distîne, kurteçîrok jî hêza xwe ji hevokan distîne û li gor avahiya zimên pêk tê û dibe morfolojiyek paradîgmatîk.

    KURTEROMAN

    Di romanê de pêşketin û guherînên nûh çêdibin. Dinya diguhire, roman jî diguhire. Teknîka nivîsîna romanê diguhire, nûjen dibe. Civak çiqas pêþ bikeve, modern bibe, ji hêla îlîm û teknîkê ve çiqas pêþketin çêbibin di romanê de jî dê herweha pêşketin çêbibe. Roman ber bi pêş ve diçe, bi teknîkên nûh dikemile. Bi teknîkek nû nivîsîna kurteromanê, di edebiyatê xwe xwenûhkirineke berbipêş e.

    Gelek xwendevan ji xwendina pirtûkên qalind aciz dibin. Dema çavên wan li pirtûkên qalind dikeve, ditirsin û dibêjin “Xwendina vê pirtûka qalind naqede.” Kesên edebiyathez yên ku ji xwendina romanê hez dikin, tercîha xwe bi xwendina romanên neqalind dikin. Ew romanên zirav, anku kurteroman dixwînin. Ez bi xwe jî, dema kurteromaneke dixwînim, ji romaneke qalind pirtir jê tehm û lezeta xwendinê werdigrim.

    Di dema me de, êdî xwendevan romanên mezin ên pir qalind naxwînin, ew kurteroman dixwînin. Li Ewropayê, niha herî pir kurteroman têne weşandin. Nivîskarên nûjen yên ku berhemên modern diafrînin, kurteroman dinivîsin. Gelek nivîskarên Japonî, Rusî û Latîn Amerîkî bi şêweya nivîsîna kurteromanê berhem diafirînin. Nivîskarê navdar Gabriel Garcia Marquez jî niha dest bi nivîsîna kurteromanan kiriye.

    Kurteroman çiye? Gelo cudabûna di nav roman û kurteromanê de çiye? Hinek berhemên edebî hene, wek roman nayên binavkirin. Pirtûkên ku nod, sed yan jî sedûbîst rûpel in, roman, çîrok û kurteçîrok jî nîn in. Çinin? Roman peyveke navnetewî ye û kurd jî roman dibêjin. Digel vê, kurd ji bo şaxên edebî yên din jî dibêjin; çîrok, kurteçîrok, helbest-şêir- , şano –tiatr- , pêkenîn –mîzah- dastan, pexşan –ceribandin, dibêjin. Lê, ez hêj rast nehatime, tu kesekî peyva ”kurteroman”ê bikar neaniye, tu nivîskarekî li ser berga pirtûka xwe nexistiye, negotiye ev ”kurteroman” e.

    Gelo di edebiyata kurdî de ”kurteroman” tun in, loma kesekî vê peyvê bi kar neaniye? Na, hene. Hem jî ne yek û du, gelek in. Di edebiyata kurdî de gelek berhem hene ku mirov dikare wan bi ”kurteroman” nav bike. Heger ev peyva ”kurteroman”ê bê fêmkirin û di zimanê kurdî de, bi taybetî jî di nav peyvên lîteratura kurdî de cihê xwe bigre, dê di danasîn û nirxandina –analîza- berhemên edebî de tevlîhevî ji holê rabe û zelaliyek pêk bê.

    Dema ev peyva ”kurteroman”ê cihê xwe bigre, dê mineqeşeya ev roman e, ne roman e ji holê rabe û ji bo berhemeke ku bi her awayî tam neroman e, mirov dê bikaribe bibêje ku ev ”kurteroman” e. (Ji bo pirtûka min a bi navê ”Rojnamevan” lektorekî kurd –pisporê dezgeha kulturî a Swêdê- gotibû ”ev roman nîn e”, Lê negotibû ku çîrok e jî. Tu navek lê nekiribû. Heger zanîna yê pispor(!) di derbarê kurteromanê de hebana, dê bigotana ev ”kurteroman” e.)

    Li ser du berhemên Hesenê Metê hinek minaqeşe hatin kirin. Hinekan got ”Ev roman e.” Hinekan got ”Na, roman nîn e, çîrok e.” Bi min, herdu navlêkirin jî şaş in. Herdu berhemên Hesenê Metê ”Labîrenta Cinan” û ” Tofan” roman jî nîn in û çîrok jî nîn in. Lê, çine? Bi min, herdu jî ”kurteroman in.”

    Wisan e, kurteroman çi ye? Cudatiya kurteromanê ji çîrokê û romanê çiye? Di edebiyata kurdî de kîjan berhem dikevin nav kategoriya kurteromanê? Ez ê bi kurtahî bersîvên van pirsan bidim.

    Ez ê tarîfa kurteromanê weha bikim, kurteroman; ji romanê kintir û ji çîrokê dirêjtir e. Naveroka kurteromanê ji çîrokê firehtir û ji romanê tengtir e.

    Kurteroman ji çîrok û romanê cuda ye. Cudabûnên kurteromanê di gelek waran de heye. Cudabûna bingehîn teknîka nivîsînê ye. Teknîka nivîsîna kurteromanê ne wek çîrokê û ne wek romanê ye. Teknîkekî bi serê xwe ye, orîjînal e. Ev teknîk teknîkeke modern e. Di edebiyatê de, di nivîsîna berhemên edebî de, teknîka herî dawî a nûjen e. Nivîskarên hevdem vê teknîkê bikar tînin. Yên ku vê teknîkê bikar tînin, piranî nivîskarên Ewropî ne û hinek nivîskarên Latîn Amerîkî, Japonî û Rusî ne. Di nav nivîskarên kurdan de yên ku ev teknîk bikar aniye, Bavê Nazê, Hesenê Metê û Lokman Polat (ez) in.

    Hesenê Metê vê teknîkê di berhemên xwe ên bi navê ”Labîrenta Cinan” û ”Tofan”ê de, Bavê Nazê di berhema xwe ya bi navê ”Stockholm Te Çi Dîtiye Bibêj” de, û min jî di berhema xwe ya bi navê ”Rojnamevan” de pêk aniye.

    Di hêla taswîra xwezayê –naturê-, însanan, bûyeran û hwd, de jî di nav roman, çîrok û kurteromanê de cudabûn heye. Di romaneke mezin û berfireh de kes, leheng, fîgur gelek in, qelebalix in. Di kurteromanê de hindik in. Di çîrokê de tunebin jî dibe, lê piranî yek, du, sê kes in. Di romanê de bûyer piralîne, berfireh in. Her beşek, bûyerek romaneke mezin bi serê xwe dikare bibe kurteromanek. Lê, dema ew hemû beş û bûyer li duv hev rêz bibin û di nav wan de hevûdu girêdan pêk tê, dibe romaneke mezin.

    Nivîskarê navdar Gabrîel Garcîa Marquez gelek romanên mezin nivîsiye û weşandiye. Lê, wî ji bo berhemeke xwe gotiye ”ev kurteroman e.” Yanî wî berhema xwe wek roman na, lê wek kurteroman bi nav kiriye. Ev jî dide xuyakirin ku, divê mirov ferqiyetek têxe nav roman û kurteromanê.

    Bi hêviya ku ev nivîsa min di vî warî de bibe destpêk û gelek nivîsên din ji alî nivîskarên kurd ve bêne nivîsîn.

    DU KURTEROMAN WEK MÎNAK

    Min li ser kurteromanê nivîsek nivîsîbû. Mirov di nivîsek de nikare bi berfirehî behsa hertiştî bike. Ji bo wê jî, mirov wek berdewama nivîsê nivîseke din dinivîse ku mijar baş bê fêmkirin, nivîs bê temamkirin.

    Ez ê di vê nivîsê de du minakên kurteromanê bidim. Min di nivîsa xwe ya ku sernavê wê ”Kurteroman” bû, behsa Gabrîel Garcîa Markuez kiribû. Wî gelek romanên qalind nivîsiye û weşandiye. Lê, vê nivîskarê navdar kurteromanek jî nivîsiye. Min wan romanên wî yên qalind û ya kurteroman jî xwend. Ez ê di vê nivîsê de behsa hinek taybetiyên kurteromana wî bikim.

    Mînaka kurteromana duyem jî, kurteromana nivîskarê Îtalî Alessandro Barîcco ya bi navê ”Hevrîşim” e. Ez ê ji ya duyem dest pê bikim.

    1. HEVRÎŞIM

    Romana nivîskarê Îtalî Alessandro Barîcco “Hevrîşim - Îpek” kurteromanek gelek xweş e. Ev kurteroman, kurteromana lêgerîna bextiyariyê ye. Ev kurteroman wexta ku di Îtalyayê de hate weşandinê, di nav sal û nîvî de 250 hezar hate firotinê. Kurteromana bi navê “Hevrîşim” bi 17 zimanan hatiye wergerandin û weşandinê. Li Tirkiyê jî bi tirkî di nav weşanên “CAN”ê de hate weşandin.

    Bûyera kurteromanê di sala 1861’an de li başûrê Fransayê derbas dibe. Herve Joncour bi jina xwe re jiyanek bextewarî didomîne. Ew bi çandiniya Hevrîşim debara xwe diburînin. Ji kurmê Hevrîşiman, Hevrîşim çêdikin û difroşin. Di demekî de nexweşî dikeve nav kurman. Herve Joncour ji bo ku kurmê Hevrîşiman yên baş bikire diçe Japonyayê.

    Herve Joncour diçe Japonyayê. Li wir keçikek pirr xweşik û delal dibîne. Ew û keçik zimanên hevûdu nizanin, lê bi çavan, bi meymikên rûyên wan di nav wan de dilgermiyek dest pê dike. Kurteromana Hevrîşim kurteromanek evînî ye.

    Herve Joncour bi cazîbeya erotîk ya keçikê mest dibe. Herve kurmên Hevrîşim dikire û vedigere tê welatê xwe. Di wê demê de ji bo ku firok tunebûn, di sê, çar mehan de ancax mirov dikaribû biçe Japonyayê û vegere. Hevre cara duyem dîsa diçe Japonyayê. Keçikê dibîne. Keçik vê carê kaxizek dinivîse û dide pê. Hevre dîsa vedigerê Fransayê. Ew kaxiz pê re ye. Hevre demek paşê kaxiz dibe bi yekê ku dikare bi Japonî bixwîne dide xwendin. Di kaxiz de tenê ev gotin heye: “Veger were, heger tu neyî ez dê bimirim.”

    Hevre Joncour cara sêyem diçe Japonyayê. Vê carê demekî dirêj li wir dimîne. Şevek keçik tê û dikeve nav cihê wî. Ew herdu hetanî serê sibê bi hev re eşq dikin. Hevre di jiyana xwe de şevek ewqas xweş û bi tehm derbas nekiriye. Keçik bi her awayî wî mest dike. Ew şev ew herdu jî li hev şa dibin.

    Hevre Joncour dîsa vedigere tê welatê xwe. Bi şev bi jina xwe re eşq dike. Her wekî ku ew bi wê keçikê re eşq dike, hemû hunera ku di dema eşqê de bi keçika spehî re kiribû, bi jina xwe re jî dike. Jina wî mest dibe û ji eşqan, ji dilşahiyê hêstirên şabûniyê dirijîne. Hevre Joncour şaş dibe, ji jina xwe dipirse; gelo ji bo çi digirî. Jina wî jî dibêje “ ji ber şabûniyê, te ez şad kirim îşev, loma ez digirîm.”

    Jina Hevre Joncour ji bo ku wî şad bike çi ji destê wê tê dike. Lê heş û eqilê Hevre li ser keçika li Japonyayê ye. Di wê demê de di Japonyayê de şerê navxweyî dest pê dike. Gundiyên Japonyayê li dij sazumanê serîhildidin. Serîhildanek gelek mezin pêk tê. Hevre Joncour dixwaze biçe Japonyayê. Her çiqas yên derûdorayî, yên nas û dostên wî jê re dibêjin li wir şer heye, meçe, lê dîsa jî ew lê dixe diçe Japonyayê.

    Hevre Joncour li Japonyayê gelek tişt dibîne. Gund û bajarên xirabe, wêrankirî, şerekî bê eman, serîhildana gel dibîne. Li jinika berdila xwe digere, paşê wê dibîne. Ew jî beşdarê serîhildanê bûye.

    Di vê kurteromanê de teferuatên bûyeran û taswîrên dirêj tun in, lê bi kurtehahî hem bûyer û hemjî leheng û fîgurên kurteromanê tên qalkirin. Ev kurteroman gelek bi hêsanî tê xwendin. Ji bo kurteromanê ev berhem mînakeke bi serê xwe ye.

    Niha jî ez ê behsa kurteromana Gabrîel Garcîa Markuez bikim.

    2. ERÊNDIRA DILPAK

    Navê kurteromana nivîskarê Latîn Amerîkî –Kolombiya- Gabriel García Marquez “Erêndira Dilpak” e. Nivîskar vê kurteromana xwe li gor şêweya Surrealîzmê nivîsiye. Kurteroman 68 rûpel e. Di vê kurteromanê de serpêhatiya Erêndira dilpak û Dapîra wê ya bêînsaf heye. Nivîskar di kesayetiya leheng û fîgurên kurteromanê de kesayetiya safîtî û xirabiyê, evîn û nefretê aniye zimên.

    Dapîra Erêndira’yê wê wek qewraş dixebitîne. Erêndira wisa baş û dilpak e ku, Dapîra wê çi dibêje di cîde pêk tîne. Dapîra Erêndirayê ji ber deynê xwe ê tacîrê dikanvan, dixwaze laşê Erêndirayê bifroşe bide wî. Lê dikandar dibêje : “Ew hêj nekemiliye, qels û jar e, memikên wê bişûk in, ji sed Pesoyî zêdetir nake.” Dikandar û Dapîr bazarî dikin hevûdu razî dikin û Dapîr Erêndira bi dused û pênce Pesoyî dide dikandar.

    Dikandar mirovekî mêrebî ye. Ew Erêndirayê dibe mala xwe û tecawizê wê dike, wê gelek diêşîne, keçiktiya wê xirab dike. Ji wê rojê û pêve, Dapîra Erêndirayê laşê wê difroşe, wê dike kehpik û ew jî dibe patronê wê. Dapîr ji kesên ku tên û dixwazin bi Erêndirayê re seks bikin, pere distîne û peran dike qutiya xwe. Gelek gundî, xort, pere didin Dapîrê û bi Erêndira re radizin, şadiman dibin.

    Dapîra Erêndira’yê wê dibe gundên din û li wir jî laşê wê difroşe. Dapîr wê pêşkêşê şoferê qamyonê jî dike. Herweha Dapîr wê difroşê gelek kesan û qutiya xwe a peran tije pere dike.

    Rahîbeyên Dêrê bi rewşa Erêndira’yê dihesin û bi şev, dema Dapîr raketiye, tên Erêndira’yê direvînin dibin Dêrê. Serê sibê Dapîr ji xew şiyar dibe û dibîne ku Erêndira tune. Paşê pê dihese ku Erêndira li Dêrê ye. Ew dike nake, nikarê wê ji Dêrê bistîne. Dapîr diçe cem fermandarê leşkerî û gilî dike. Fermandar jî ji bo ku bi rewşê zanê, dibêje “Keçik biçûk e. Ew heta nebe hijdeh salî tu nikarî wê ji keşîşên Dêrê bigrî.”

    Dapîr li ber Dêrê kon vedike û li wir disekine daku riyek bibîne û Erêndira’yê ji wir birevîne û bibe cihek din. Dapîr vala nasekine û Senatorekî dixe navberê û bi fenûfutan Erêndira’yê ji Dêrê derdixe û dîsa laşê wê difroşe. Xortekî navê wî Ulîses e, dilê xwe dixe Erêndira’yê, yanî aşiqê wê dibe.

    Herdu evîndar hevûdu dizîka dibînin û biryar didin ku bi hevre birevin, biçin cihek din.. Bişev, Erêndira ji konê derdikeve û dirve, diçe. Dapîr sibê radibe, dinêre ku keçik tune. Dapîr diçe qereqolê û gilî dike. Fermandar û leşker li pey Erêndira’yê digerin.

    Erêndira û evîndarê wê Ulîses bi qamyonek direvin. Çîpa leşkeran li pey wan dikeve û wan di rê de digrin. Dapîra wê, ji bo ku ew carek din nereve, wê bi zincîr bi textê razanê ve girê dide û dîsa laşê wê difroş e. Dapîr ji firotina laşê wê gelek pere qezenç dike.

    Piştê demek, evîndarê Erêndar’yê Ulîses tê wê dibîne. Ew dizîka diçe hundirê konê. Erêndira bi zincîr girêdayî ye. Ew hevûdu hemêz dikin û bi hevre diaxifin. Erêndira ji evîndarê xwe re dibêje ku; ”gelo ew dikare cesaret bike û Dapîra wê bikuje?” Yên evîndar ji bo evîna xwe hertiştî dikarin bikin. Ulîses ji Erêndira’yê re dibêje ”Ji bo te, ez dikarim hertişt bikim.” Û Ulîses ji bo xatirê evîna xwe Dapîrê dide ber kêran û wê dikuje.

    Ev kurteroman wekî pirtûkên nivîskar yên din bi teferuat nîn e. Bûyer bi berfirehî nayê qalkirin. Leheng, kes û fîgurên di kurteromanê de bi teferuat nayê taswîrkirin. Xwendina pirtûkê zehmet nîn e, gelek hêsan e. Di romanên wî yên qalind de diyalog kêmbûn, di vir de diyalog gelek in. Xwendina vê kurteromanê bi min gelek xweş û hêsan hat.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1