MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 52, gulan 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Brendan O'Leary: Qanûnek raguhastinê ya hêjayî têkoşînê bo
  • Seyidxan Kurij: Hevpeyivîn li gel Edîb Çelkî
  • Lokman Polat: Kurteçîrok û kurteroman
  • Fûad Sîpan: Sêylemeza Jêrîn û Marignane
  • Kakşar Oremar: Wesiyetnameya Qazî Mihemed
  • Bêwar Îbrahîm: Ji Meydana Çarçira ta volkana Qamişlo
  • Hasan Polat: Koça kurdên li welatên Ewropayê
  • Fûad Sîpan: Hikûmeta Elmanyayê dijî kurdan
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Lîstika golbolê
  • Konê Reş: Gora Mîr Bedirxanê Azîzî
  • H. Eyûbzade: Xorêkxistinî malî kurd le Kurdistanî Rojhelat
  • Lokman Polat: Hewesa min
  • Fûad Sîpan: Çima Dehap di hilbijartinan de bi ser neket?
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Hilbijartinên herêmî û pevçûnên gundiyan

  • Wesiyetnameya Pêşewa Qazî Mihemed
    çend deqeyan beriya şehîdbûna wî li qada Çarçira
    Kakşar Oremar: [email protected]


    Piştî salên dûr û dirêj, kar û navê wan kesên ku di dîroka azadîxwaziya Kurdistanê de ji bo doza gelê xwe şehîd bûne, hê jî tê bihîstin û bi bîranîn. Ecem an jî rayedarên dewleta Îranê di 29.Adara.1947an de li qada Çarçira Pêşewa Qazî Mihemed, birayê wî Ebulqasim Sedrê Qazî û Mihemed Hûsênxanê Sêyfê Qazî berê sibê bi hiceta wê hindê ku yê wan ji bo mehkemekirinê ber bi Tehranê bibin, bi nemerdî îdamkirin. Pêşewayê mezin, bi wan dûrbînîyên xwe dizanî ku Îranî yê wî bikujin, lê dîsan jî gelê Mihabadê bi tenê nehişt û nexwest ku bi reva xwe bibe sedema wê hindê ku bajrê bê talankirin û wêrankirin. Bi vê fîdakariya mezin wî canê xwe kir qûrbanê gelê xwe. Bêgoman vî karê wî canê bi hizaran kesên din ji şehîdkirinê rizgar kir. Ji bona wê jî navê Qazî Mihemed mîna zêrê ku qet jengarê nagire, hertim di nava rûpelên dîroka Kurdistanê de dibiriqe.

    Piştî zêdetir ji 50 salan wesiyetnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji arşîva leşkerîya Îranê derket derve û ev sirr û nihîniya dîrokî ku heya niha ji azadîxwazên cîhanê re nehatibû eşkere kirin, mêranî û fîdakariyên rêberekî bi cesaret ji mere dide selmandin. Em Kurd bi rêberên wiha ku bi serbilindî li hemberî generalên dagirker sekinîn, pir serbilindin.

    Wesiyeta Pêşewa Qazî Mihemed bixwînin da ku baştir vî kesayetî û serokê Kurd nas bikin.

    “Zarok û birayên min yên ezîz!, birayên min yên bêmaf ku maf û para wan hatî xwarin, gelê minî zor û zulim lêkirî! Vaye ez di deqeyên dawiya jiyana xwe da, çend şîretan li we dikim: Werin ji bo xatira Xwedê êdî neyartiya hev nekin, hev bigirin û pişta xwe bidin hev. Li hemberî dijminê zordar û zalim, li berxwe bidin. Dijmin ewqas û heya wê demê we dixwaze(ji we hezdike) heya ku karê xwe bi we bide cî bi cî kirin û qet rehma xwe bi we naîne. Di her derfetekê da, qet ji we nabihûre.

    Dijminên gelê Kurd pirin, zalimin, zordarin, bêrehmin. Remza serkevtina her gel û netewekê, hevgirtin û yekbûne û piştgîriya tevaya gel e. Her gelekî ku yekîtî û tebayî(tevîhevbûn) pêre tunebe, herdem yê li jêr destê dijminên xwe de bimîne. Hûn gelê Kurd! tiştekî we ji yê gelên ser rûkê vî erdî kêmtir tuneye, belkî ji aliyê mêranî û xîret û jêhatîbûnê, ji piraniya wan gelên ku rizgar bûn, pêşdetir in jî. Ew netewên ku ji destê dijminên xwe yên zordar rizgar bûn, mîna wene, lê ewên ku xwe rizgar kirine, yekîtî di navbera wan de hebûye. Bila hûn jî mîna hemû gelên rû erdê, êdî jêrdest nebin. Tenê bi yekgirtinê û çavnebarîkirin(hesûdî nekirin)a ji hev û xwe nefirotina bi neyaran û karê li dijî netewa me, dikarin rizgar bibin.

    Birayên min! êdî bi derewên dijmin neyên xapandin, dijminê Kurd ji her reng û kom û qewmekê be, dîsa jî dijmine, bêrehme, bêwijdane, rehmê bi we nake, we bi dest hev û din dide kuştinê, temahîyê dide ber we, bi derew û fêlbazîyan we berdide hev. Di nava hemû dijminên gelê Kurd da, neyartiya Ecem(yanî Îranî)(1) ji tevan zalimtir, milûntir û Xwedî nenastir û bêrehimitire. Ew ji kirina ti tawanekê li hemberî gelê Kurd destê xwe venagerînin(nagirin). Di dirêjahiya dîrokê de wan bi gelê Kurd re, xerez û kîneke rîşedar hebûne û (hê jî ew kîn) hene. Binêrin, temaşeken hemû mirovên mezin yên gelê we, ji Simaîl Axayê Şikak bigire heya Cewer Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengor û çend û çendîn mirovên din, tev bi awayê xapandinê, berê bêdeng(aram) kirin û gel ji wan dûr xistin û piştre pir bi nemerdî, ew kuştin. Ew tev bi sond û Qûranê xapandin ku goya Ecem bi wan re xwedî nîyetek başin û qenciyê bi wan re dike. Lê tenê Kurd e ku xweşbawer e û bi sond û soza Eceman hatiye xapandin û bawerî bi wan anîye, lê heya niha jî bi dirêjahiya hemû dîrokê, kesî nedîtiye ku heta carekê jî Ecem bi sond û soz û ew peymanên ku dane serokên Kurd, wefadar bin û pêkbînin û sozên bi gelê Kurd re cî bi cî biken, tev derew û fêlbazî bûne. Êca vaye ez mîna birayekî biçûkê we, di riya Xwedê da, jo bo xatira Xwedê ji were dibêjim: Hev bigirin û qet pişta hev berneden. Baweriya we hebe ger Ecem hingiv jî bidin we, xuyaye ku jehir xistiye navê. Bi sond û soza Eceman ya derew neyên xapandin, çimkî ger hizar caran jî ew dest li Qûrana pîroz biden û sozê biden we, bi bawerî bin ku armanca wan xapandina weye, heya ku we bixapîne.

    Vaye ez di demên dawiya jiyana xwe de ji bo xatra Xwedayê mezin li we şîretan dikim, ji were dibêjim û Xwedê bixwe dizane ku ewa ji destê min hat, bi ser û can û têkoşan, bi şîret û rênimonî û nîşandana rêya rast bo we, min ti kêmasî nekirine. Niha jî di vê dem û rewşê da, dîsa jî we agehdar dikim ku êdî ticarî bi gotinên Eceman neyên xapandin û bi sond û dest li Qûranê dayîn û qewil û sozên wan bawer neken. Çimkî Ecem ne Xwedê nas dikin û ne jî baweriya wan bi Xwedê û pêxember heye û ne jî baweriya wan bi roja qîyamet û hisab û kitabê heye. Li cem wan ji ber ku hûn Kurdin, bila misilman jî bin, tawanbar û mehkûmin, hûn ji wan re dijmin, ser û mal û canê we ji wan re helale û ji xwe re bi xeza dizanin.

    Soz û peymana min ew nebû ku ez herim û we di nava destê van dijminên dilreş de bi cî bihêlim(bi tenê bihêlim), gelek caran jî min bîr li ser dema bihûrî û mirovên me yên mezin kiriye, ku Eceman bi xapandin û sond û derew û fir û fêlbazîyan, ew girtine û kuştine. Çimkî di qada şer da bi wan nekarîne û nekarîne li hemberî wan li berxwe bidin. Ji bona wê neçar mane bi derew û fir û fêlan ew xapandine û kuştine.

    Tevaya vana li bîra min bûn, min qet jî bi Eceman bawerî nekiriye, lê Eceman jî beriya vegera bo vira (2) çendîn caran bersiv û xeber bi name û bi şandina kesên navdarên Kurd û Fars û bi dayîna soz û peymanên zêde ku dewleta Ecem û şah bixwe niyetek xêrê heye û heta amade nîne ku dilopek xwînê jî li Kurdistanê bê rijandin.

    Niha hûn encama sozên wan bi çavên xwe dibînin. Ger serokên hoz û eşîretên me yên Kurd xiyanet nekirana û xwe nefirotana dewleta Ecem, em û hûn û komara me wiha bi serî de nedihat.

    Şîret û wesiyeta min ji we re ev e: Bila zarokên we bixwînin, çimkî em gelê Kurd, tiştekî me ji milletên din kêmtir nîne, tenê xwîndin nebe. Bixwînin ji bo wê hindê ku ji karwanê gelên din paşde nemînin, tenê xwîndin çek(silah)a kuştinê ye ji bo dijmin.

    Bi bawerî bin û bizanin ku ger tebayî(tevhevî) û hevgirtin û xwîndewariya we baş be, pir baş jî hûn yê bi ser dijminên xwe de bi ser jî bikevin. Nabe ku çavê we bi kuştina min û bira û pismamê min bitirse, hê divê gelek kesên din yên mîna me di vê rê da canê xwe fîda biken, heya ku hûn digehin armanc û xwezîyên xwe.

    Ez di wê baweriyê da me ku piştî me jî gelek kesên din dîsa yê bi fir û durûtîyê ji holê bên rakirin.

    Ez bawer im ku pir kes piştî me jî yê bikevin dava hîleyên Eceman, ku ji me jî zanatir û jêhatîtir dibin, lê hîvîdarim ku kuştina me bibe bi şîret û îbret ji bo dilsozên gelê Kurd. Wesiyeteke min ya din ji were ewe ku ji Xwedayê mezin dawa biken, her tiştê we ji bo serfiraziya vî gelî kir, hevkarî ji aliyê wî re bo we bê. Ez bawerim ku Xwedayê mezin yê bi ser bêxîne û yê hevkariya we bike. Dibe ku hûn bibêjin lê çima ez(Qazî Mihemed) bi ser neketim, di bersivê da dibêjim: Bi wî Xwedê ez bi serkevtim, çi heyîyek(nîmetek) û çi serkevtinek ji wê mezintire ku waye ez niha di rêya gel û netewe û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe di rêya wê da didim. Bawer biken ez bixwe ji dil bi hîvî bûm ku ger mirim bi mirinekê bimirim ku li hizûra Xwedê û gel û netewa xwe da, rûsor bim. Ji min re ev mirin, serkevtine.

    Xoştivî û ezîzên min, Kurdistan malê hemû Kurdekê ye. Mîna ku di malekê da endamên wê malê herkesek ji her cûre kar û kiryarekê dizane, wî karî dispêrin wî, êdî kesî çavê hesûdiyê li ba nîne, Kurdistan jî hema ew male. Ger we zanî kesek ji endamên wê malê karek ji dest tê, berden(lêgerin) bila bike. Êdî nabe kevir bêxin ser rêya wî(yanî astengan li ser rêya wî çêken) û nabe bi vê dilgir(nerihet) bin ku yek ji we berpirsyartiyek mezin di destê wî deye. Ger karekî mezin ket ser milên kesekî û birêve dibe, xuyaye ku jê dizane û berpirsyartiyek mezitir jî li hemberî wê wezîfê de heye.

    Bi bawerî be ku birayê te yê Kurd hê baştire, kîn di dilê dijmin de ye û ger berpirsyartiya mezin neketa ser milên min, niha di bin sêdara îdamê da nedisekinîm. Ji bona wê jî nabe ku em li hemberî hev hesûd(çavnebar) bin. Ewên ku fermanên me cî bi cî nekirin, ne tenê ferman cî bi cî nekirin, belkî bi temamî neyartî jî bi mere dikirin. Çimkî me xwe bi xizmetkarên gelê xwe dizanî. Niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xewa şirîn de ne, lê em bi navê xizmetkirina ji gel re, vaye li jêr darê sêdarê ne û demên dawiya jiyana xwe bi vê wesiyetê bi dawî tînim. Êca ger berpirsiyartiyek mezin li ser milên min jî nebûya, niha ez jî yê mîna we di nava mal û zarokên xwe da, di nav xewa şirîn de dibûm. Ew tiştê ku şîretan bo çaxê piştî xwe li we dikim, ev jî yeke ji wan berpirsyartiyane ku li ser milên mine. Ez bawerim ku ger kesekî din ji we, berpirsiyartiyên min bigirtana ser stoyê xwe, niha ewê li cihê min li jêr sêdara îdamê dibû. Vaye ez li ser daxwaz(mebest)a razîbûna Xwedê û li pey berpirsyartiya li ser milên min, mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di rêya baş de, ev çend şîretên baş min ji were kirin ku hîvîdarim ji vir û pêda îbretê werbigirin û bi temamî guhdarî şîretên min biken. Bi hîvîya Xwedayê mezin hûnê bi ser serê neyarên xwe da biser bikevin.

    1. Baweriya we bi Xweda (maca min indellah) û perestişa Xweda û pêxember(rehma Xwedê li ser be) û cî bi cîkirina wezîfeyên olî bi hêz be.

    2. Yekîtî û hevgirtinê di navbera xwe da biparêzin, karên ne layêq li hemberî hev neken û ji hev re çavnebar(hesûd) nebin. Bi taybetî di berpirsyartî û xizmet kirinê da.

    3. Xwîndin û zanist û pileya zanyarîyên xwe bibin jor, ji bo ku kêmtir ji aliyê neyaran ve bên xapandin.

    4. Bi dijminan baweriyê neken, bi taybetî bi dijminê Ecem. Çimkî bi çend sebeb û rêyan ve Ecem dijminê weye. Dijminê gel û nîştiman û ola weye. Dîrokê bi me daye selmandin ku bi berdewamî ew bi Kurdan re bi hincet(hecet an jî behane) ne û bi tawana herî kêm yê we bikûjin û ji kirina ti tawanekê li hemberî Kurdan, destê xwe venagêrin.

    5. Ji bo çend roj jiyana bêqîmeta vê dinê xwe nefiroşin dijmin, çimkî dijmin dijmine û cihê çi bawerpêkirinê nîne.

    6. Xiyanetê li hev neken, ne xiyaneta siyasî û ne giyanî û malî û namusî. Çimkî xiyanetkar li cem Xwedê û mirov sivik û tawanbare. Xiyanet bi ser rûyê xiyanetkar da vedigere.

    7. Eger kesek ji we karî karên we bi bê xiyanetkirin encam bide, hevkariya wî biken. Bi çi awayî ji ber hesûdî û bexîliyê da li dijî wî bisekinin an jî Xwede neke li ser wî bibin sîxorê bîyanîyan.

    8. Ew cihên ku min di vê wesiyetnamê de nivîsandine ji bo mizgeft, nexweşxane û xwîndingehan, hûn tev dawa biken heya tên çêkirin û sûd yê ji wan bê standin.

    9. Hûn ji dewama xebat û têkoşanê nesekinin, heya ku mîna hemî gelên din li jêr destê dijminan rizgar dibin. Malê dinê ne tişteke, ger welatekî we hebe, serbestiyek we hebe, mal û ax û nîştimana we ya we bixwe be, wê demê hemû tiştekî we heye, hem mal, hem heyîtî(sirwet), hem dewlet û abirû(heysîyet) û nîştimana we jî yê hebe.

    10. Ez bawerim ku tenê mafê Xwedê nebe, mafê kesekî din li ser min hebe, lê ger kesek li cem xwe wiha dizane ku kêm heya zêde tiştekî wî li cem min heye, serwetekî pir zêde min li pey xwe hiştiye, bila here ji warsên min bixwaze û bistîne.

    Heya hûn hev negirin, sernakevin. Zulim û zorê li hev neken, çimkî Xweda gelek zû mirovê zalim ji holê radike û ji beyîn dibe. Ev soza Xwedaye bê kêm û zêde, zalim yê hildiwşe, Xwedê tole(întiqama) zordariyê jê distîne.

    Hîvîdarim hûb guhê xwe bidin min û Xwedê we bi ser dijminan da bi ser bêxîne, mîna Se’dî kerem dike:

    Moradê ma nesîhet bod û goftîm
    Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm.“

    Xizmetkarê gel û nîştiman Qazî Mihemed

    Jêrnivîs û têbînî:

    1. Di vê wesiyetnamê da dema ku Pêşewa peyva Ecem bikar tîne, niyeta wî dewleta Îranê û rayedarên Îranî yên xapandkar e.

    2. Yanî ketina nava bajarê Mihabadê û sinorên axa Komara Kurdistanê.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1