MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 52, gulan 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Brendan O'Leary: Qanûnek raguhastinê ya hêjayî têkoşînê bo
  • Seyidxan Kurij: Hevpeyivîn li gel Edîb Çelkî
  • Lokman Polat: Kurteçîrok û kurteroman
  • Fûad Sîpan: Sêylemeza Jêrîn û Marignane
  • Kakşar Oremar: Wesiyetnameya Qazî Mihemed
  • Bêwar Îbrahîm: Ji Meydana Çarçira ta volkana Qamişlo
  • Hasan Polat: Koça kurdên li welatên Ewropayê
  • Fûad Sîpan: Hikûmeta Elmanyayê dijî kurdan
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Lîstika golbolê
  • Konê Reş: Gora Mîr Bedirxanê Azîzî
  • H. Eyûbzade: Xorêkxistinî malî kurd le Kurdistanî Rojhelat
  • Lokman Polat: Hewesa min
  • Fûad Sîpan: Çima Dehap di hilbijartinan de bi ser neket?
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Hilbijartinên herêmî û pevçûnên gundiyan

  • Ji deqa nivîsandina Wesiyetnama Pêşewa Qazî Mihemed
    ta bi peqandina volkana Qamişloka birîndar
    emê bêjin: bijî Kurd û Kurdayetî
    Bêwar Ibrahîm / Qamişlo


    Nameyek vekirî ji seyda Kakşar Oremar re

    Dinya buhar e, li her deverê jiyan dikene, evîn digirnije, hêvî dipişkivin, xwezî kad didin..., belê bajarê min, bajarê evînê, Qamişloka birîndar dest li ber rûye, por veçiriye, çemê hêsiran ji çavên wê ranawestin, geh ji şîniya bobelata xwe û geh ji wefadariya zaroyên wê û tev gelê Kurd li her çar aliyên dinyayê ku ji vî alî û wî alî canê xwe kirine desmalk û dane ber hêsir û rondikên wê.

    Di gel vê bobelata xwînlî jî lê Qamişlo ne hejiya û derbasî şaneşîna şehîdên qehreman bû, bi bejneke çiyayî destê xwe dirêjî destê Pêşewa Qazî Mihemed û Barzaniyê Nemir kir û bi dilekî gerim ji wan re got:

    - Ey serokên Qehreman ez gorî Kurd Kurdistanê bûm, ez şehîda fidraliyê me, xwîna min jî di sikak û kolanan de herikî û tevlî xwîna cenabên we bû.

    Qamişlo xweş zanîbû ku Pêşwa Qazî Mihemed ew ji bîr nekiriye, wesiyetnama ku cenabê te ji rewşenbîrên wê re birêkir dilê wê hênik kir, wesiyetnama ku Pêşewa Qazî Mihemed di 29 / 03 / 1947 ê de beriya idamkirinê nevîsandibû, bi dilekî lerizî me ew wesiyetname xwend bi wê xwendinê re kaniyên xwînê ji qorzîyên çavên me derbûn di wê hingê de Pêşewa Qazî Mihemed – li ber sêdarên idamê – bi raman û nerînên kûr û dûr şîret ji bo me gelê Kurd nivîsand û got: Birayên min! êdî bi derewên dijmin neyên xapandin, dijminê Kurd ji her reng û kom û qewekê be, dîsa jî dijmine, bê rehme, bê wijdane, rehmê bi we nake, we bi dest hevdû dide kuştinê, temahiyê dide ber, bi derew û fêlbazîyan we berdide hev...

    Raste... dijmin her dijmine, li Qamişloka birîndar mêzekin, piçûka her çar perçeyên Kurdistanê ye, bi tenê xwîna wê nehatibû rijandin, lê dijmin ev yek ne pejirand û ew jî da ber gulleyên xedir û kuştinê û rojên adara malwêran ji xort û keçên wê re bûn kefen, ew kezîyên kolkezêrîn ji qurim ve jêkirin, agirê zilm û zorê ku di bin duwa salan de temirandî bû bi yek hilmê gurr kirin, volkana şofînîzmê di nav bera her dû sîngên wê yên çiyayî de peqandin, navê wê jî di dîroka xwînrijandinê de hat çesipandin, wê jî wesiyetnama Pêşewa Qazî Mihemed bi leheng û mêranî bi cî anî: Ne be çavê we bi kuştina min û bira û pismamê min bitirse, hê divê gelek kesên din yên mîna me di vê rê de canê xwe fîda biken, heya ku hûn bigehin armanc û xwezîyên xwe...

    Ji mêj ve me digot:

    Gelê Kurd zaroyên rojê ne her neferek ji vî miletî tîrêjeke bi ronahîye, belê... em xweş dizanin ku geşbûna vê ronahîyê ji herikîna xwîna şehîdên qehreman vêket û vêdikeve.

    Ji mêj ve me digot:

    Em melevanên di nav pêlên agir û avê de, em ser-rim û şilfên xincerên ceng û şoreşên serketî û têkçûyî ne... em xweş zanin ku cendekên şehîdan kevirên sokirina wan ser-rim û şilfan bûn.

    Ji mêj ve me digot:

    Em leheng û mêrxasên Birca Belek in, dergevanên şiyariyê ne li ber dergehên Bedena Amed Diyar Bekir ê, serbazên cengewarin di navtara Çarçira de, polîsên çûn û hatinê ne li ser Pira Bafid û alên agirin li ser Keleha Pêximber Hûrî ne... dîsa jî em xweş zanin ku ew lehengî, mêrxasî û şaristanî li ser qoqên şehîdan hatin û têne lêkirin.

    Her yek ji neferên vî miletê bindest xwendevanê neqş û telsemên qehwa fincana xwe ye, îro di van boyerên şîn û şadiyê de em pir hewcedarî gotinên mezinên Kurd in, wesiyetnama Pêşewa Qazî Mihemed di demeke giring de diyar bû ku xelkên cîhanê ser û ber li serokên Kurdan temaşe kirin ku bi pênûsên xwe Fidralî imze kirin, bi vê imzekirina pîroz re beşek din ji wesiyetnamê bi cî hat ku diyare serok û rêberên Kurdan ibret û sûde ji serboriyên ku tê de derbas bûn kirine: Birano... temaşakin, hemû mirovên mazin yên gelê we ji Ismaîl Axayê Şikakî bigre heya Cewer Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mingor û çend û çendîn mirovên din, tev bi awayê xapandinê, berê bêdeng aram kirin û gel ji wan dûr xistin û pişt re pir bi ne merdî ew kuştin...

    * * *

    Ji bo xatira xwedê ji we re dibêjim hev bigrin û qet pişta hev bernedin, baweriya we hebe ger Ecem hingiv jî bidin we xuyaye ku jehir xistiye navê...

    Li ber xwîna şehîdan yê nirx buha û muqedes, her tişt bê deng dibe, xwîna tahir canê Kurdayetî dike yek, lê nizanim çima wisa rijandina xwîna me li bal xelkê helale??? nizanim çima çiyayên me ji wan re dibin pîrhevok û li wan dibin bele??? deştên me li wan dibin qûmgerok??? gelî û newalên me li ber çavên wan dibin gorên komkujiyê???

    Seydayê Kakşar! Cenabê te helbesteke seyda Ebdulla Pêşew anî zimên, gotinên vê helbestê hestê kevirên kerr û lal tîne xwarê, gelo helbestên wisa nikarin wijdanên reş bişewitînin û wan ji qurim ve hilînin? ji xwe dengê birêz Elî Qazî ku çirayên vemirî bi kurdperwriya xwe çi li navtara Çarçira vêxistin, bi wê peşdarbûna xwe di roja şehîdên Kurdisatê de li ser ekranên Mezobotamya.TV ê, gotinên wî dilopên hêsiran di gerdena min de fetisandin, di wê kêlîkê de dengê cenabê wî mîna xurxura baranê bi ser hestê min yê çiryayî ve dibarîyan, wan gotinan şehîdên bobelata yekê sibatî anîn bîra min û bi taybetî şehîd Şewket Şêxyezdîn û pirtûka “Ji Mahabada xwîndar ta bi peravên Aras” ku bi tilîyên xwe ji Farisî wergirand bo Kurdî, gotinên cenabê wî hişt ku xwîn ji hestê min bibare û rondikên qurimî ji kela sînga min derbibin û bi taybetî dema basa Qamişloka min kir, Qamişloka ku her sibeh mîna pirensîsekê dêm geş û dev li ken bi rohilat re şiyardibû û bi roava re dêm girnijî xilmaş dibû... sed mixabin ku îro porê wî di nav tilîyên dayikên şehîdan de veçiriye, çendî em hewl didin ku vî porî şehkin şeh di destên me de dişkin; birêz Elî Qazî jî mîna bavê xwe Pêşewa Qazî Mihemed bi dengê xwe canê Kurdayetî kir yek perçe dema xwest ku keziyekê ji porê Qamişloka birîndar şehke û ji nû ve bihûne...

    Heger bi rastî em bixwazin xwîna şehîdên me gerim bimînin çendî roj û meh û sal jî di ser derbas bibin, emê gotinên Pêşewa Qazî Mihemed pêk bînin ku ew jî di wesiyetnamê de hatiye tomar kirin: Şîret û wesiyeta min ji we re eve: bila zarokên we bixwînin, çimkî em gelê Kurd tiştekî me ji miletên din kêmtir nîne, tenê xwendin hebe, bixwînin ji bo wê hindê ku ji karwanê gelên din paşde nemînin, tenê xwendin çek û sîleha kuştinê ye ji bo dijmin...

    Seydayê Kakşar Oramar, Li dawiyê ji xwedê dixwazim ku destê te sax bin ku bi rêka te ev wesiyetname giha me û hem jî destê seydayê Konê Reş sax bin ku kêmanî nekir û li me belav kir; ji deqa nivîsandina wesiyetnam Pêşewa Qazî Mihemed ta bi peqandina volkana Qamişloka birîndar emê bêjin: bijî Kurd û Kurdayetî û wek ku Barzaniyê nemir gotiye: Ev milet zindîye û ta ezel wê bimîne zindî.

    Bêwar Îbrahîm
    Qamişlo, 05/04/2004

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1